المكتبة العامةثقافةسوشيال ميديا

Zimanê Dayikê

Ev helbest diyarî zimanê dayika kurdî û qurbaniyên erdhejê ye

Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li tevaya gelan pîroz be.

Ev helbest diyarî zimanê dayika kurdî û qurbaniyên erdhejê ye.

KULA BI SER DERDAN DE

Hawar û sed nal û girî

Dil sotî ye venamire

Can ketye ber çerxa kulan

Azar û êş jê nagere

Jîna dilovan kûve çû

Aramiya dil daye dû

Ew jîngeha dilpak û şên

Tev bûye leylan ar û dû

Gava tewankar bûne yek

Talan kirin vîn û evîn

Jîngeh ji bo me bû neyar

Piştî ku jîn kuştin bi kîn

Wêran kirin şarê me tev

Talan kirin çol û zevî

Bumbarduman û agiran

Dan ber xwe tev dar û devî

Piştî evan derdan tevan

Hêrsa xuristê pêl vedan

Feryad û sed ax û hewar

Herder ruxandin erdhejan

Lerzîn û hêrsa jîngehê

Bajar û gund kavil kirin

Talan kirin hêvî û xewn

Can û kezeb tev dil birin

Cindêrisa cê sorgulan

Bû kaniya êşa welat

Derdê berê têrê nekir

Erdhej jî hat bû bobelat

Vê erdhejê em qir kirin

Can û ceger j’me dûr kirin

Tev zar û zêç xwişk û bira

Dayik û bav tevda birin

Dijmin pirr in bê mehder in

Talanker û kuştinker in

Erdhej jî bo wan bû heval

Wêranî bê ser û ber in

Wêran kirin malên me tev

Tev bûn xwelî xan û sera

Bin kavilan man pakrewan

Keç bang dike bav û bira

Bê mehder û şefqet bi kîn

Tev şîrmijan tov tev birrîn

Kî kare êşê sar bike

Em bûne goyînê girîn

Hawar dikin bersiv tune

Dê kî bi gazya kê ve bê

Xizm û mirov tev derdser in

Ma kî heye bêje libê

Xêrxwaziya Barzanî hat

Kurdayetî’l Efrîn vejand

Hin dilxweşî xiste dilan

Xwîna birayetî keland

Çawa birîn derman bibin?

Derd û felaket mezin in

Ma dê gelê bêçar çike

Bin çûne jor û jor bin in

Hawar û sed nal û girî

Dil sotî ye venamire

Can ketye ber çerxa kulan

Azar û êş jê nagere

Şiyar Silêman

19/02/2023

مقالات ذات صلة

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى